ŞAREDARÎ DERIYÊ ÇARESERIYÊ YE
Hilbijartina herêmî nêz e. Em ê piştî du meh û nîvekê dîsa li ser sindoqê bin. Em ê hevşaredariyan, endamên meclisê û muxtaran hilbijêrin. Lê belê pêvajo û atmosfera siyasî ya heyî me reşbîn dike. Ji ber qeyrana aboriyê, ji ber tundiyê, ji ber zimanê nefretê, ji ber bobelatan çav çavan nabînin.
Li ser vê erdnîgariyê piçekî zehmet e ku mirov hêviyekê bike, xeyalan çêke, xwe bi têkoşînê bigire. Derd û hestên me yek in lewma em di westana xwe de, di dilşikestinên xwe de, di bêhêvîtiyê de her tim mafdar in. Lê belê ji bo em li taxên xwe, li kolanên xwe bigihîjin jiyana ku em heq dikin divê em xwe bidin hev, divê em têkoşînê mezin bikin, divê em daxwazên xwe bidin bihîstin.
Em ê di hilbijartinê de kesên ku dê şaredariyan bi rê ve bibin hilbijêrin ku bi polîtîkayên xwe dê têkilî bi jiyana me çêkin. Çavên me dê li ser sozên namzedan bin. Ev pêvajo pêvajoya herî çalak e ku em ê hêviyên xwe yên ji şaredariyan bînin zimên. Em vê wek fersendekê dibînin ji bo careke din bên ba hev û daxwaza mafên xwe bikin. Em li dijî wê feraseta şaredariyê ne ku ji ber şer û pevçûnên rantê xizmeta gel ji bîr dike. Em naxwazin bi qeyûmên tayînkirî bên birêvebirin. Em wan şaredariyan dixwazin ku derdên hemwelatiyan ji hemwelatiyan guhdarî dikin û ji bo me bi me re dixebitin.
Vê carê em ê gotina xwe dirêj nekin. Em ê derfetên rêveberiyên herêmî vebêjin, em ê pirsyar bikin bê ka şaredariyan heta niha çi kirine û çi nekirine. Em ê bibêjin “Ji bo jiyaneke mirovane bila berpirsyar berpirsyariyên xwe bînin cî.” Em ê peywir û berpirsyariyên hevşaredaran û endamên meclisê bînin bîra wan. Em ê jî li qadên ku em lê dijîn berpirsyariyê bistînin, beşdarî xebatên şaredariyê bibin û hewl bidin ku şaredarî ji me re qadan ava bikin. Em ê xizmetên ku bi bacên me tên kirin binirxînin û hesabê xizmetên ku nayên kirin bipirsin, em ê daxwaza kar û xebatên baştir bikin. Em ê ji namzedan ji bo wekheviyê soz bistînin. Dema ku em van xebatan bikin wek takekesên LGBTI+ em ê ji bo hev bibin hêvî, hêz bidin komên civakî yên ku em bi hev re dimeşin.
Em bang li hemû partî û namzedên muxalefetê dikin ku di qada teng ya deshilatê avakirî de fetisîne: Ji bo ku em li kolanên ku em lê dijîn bêhnê bistînin çareserî di destê we de ye. Dev ji gilî û gazinan berdin. Êdî dem hatiye ku em ber mala xwe bimalin. Niha divê em derfetên rêveberiyên herêmî ji bo mafên mirovan û demokrasiyê bi kar bînin. Divê em ji bo hemû hemwelatiyan xizmetê bikin.
Derdê me jî karê me jî pir e. Lê belê em navnîşana çareseriyê jî dizanin. Em ji bo pêvajoya hilbijartina herêmî û dewama wê dibêjin ku Şaredarî deriyê çareseriyê ye. Bila guhên we li me bin.